Gelo rûdanek, ji yên ku li dijî musilmanan tên kirin, bi serê we de hatiye kirin an we dîtiye?
Nijadperstiya dijberî musilmanan dikare bi gelek awayan xwe bide diyarkirin: Bi rêya reftarekê, bêrêzkirinekê, nîşandanekê ta bigihêje tundûtûjiya laşî. Dibe her rûdan were ragihankirin, gava hûn bibîn ku dijberî musilmanan e. Bi ragihênnameya xwe hûn alîkariyê dikin ku nijadperestiya dijberî musilmanan rohnîtir were xuyakirin.
Ragihênnameya we dê bi awayekî nepen/nehênî were bikaranîn. Rûdanên ku hatine piştrastkirin dê werin nenaskirin, pergalkirin û nirxandin. Prensîba sereke ya karê me parastina bawerîyê ye. Hûn ê biryarê bidin ku bi çi awayî ragihênnameya we were birêvebirin/bikaranîn.
Hûn dixwazin piştgêriyeke pîşeyî/profeyonel werbigirin?
Kesên ku êrîşeke tundûtûjiya dijberî musilmanan û/yan cîwazkirin jiya bin, xizmên wan û herweha jî şahidên êrîşê, piştgêriyê li navendên rawêjkariyê yên navxwyî werdigirin
Rawêjkarî dibe bi rêya telefonê, internetê û kesaneyî were kirin
Me li vir girîngtirîn navendên peywendiyê, li her 16 herêmên fedral ji bo ziyanwergitiyên tundûtûjiya nijaperest û cîwazkirinê, xistine lîsteyekê